Hat ragihandin li Dîyadîna navçeya Agirî wesayîta ku penaberan vediguhast qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 21 kes birîndar bûn.

Qeza li nêzî  gundê Taşkesena Dîyadînê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 63 NZ 832 a ku  penaberên Efxanî vediguhast ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gindirî şarampolê.

Di encama qezaya ku pêk hat de 4 jê giran 21 penaber birîndar bûn. Penaberên ku birîndar bûn hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Diyadînê.(ÎLKHA)