Hat ragihandin Serokomar Erdogan bo lûtkeya Tirkîye, Îran û Rûsyayê di 7ê Îlonê de dê biçe Tahranê.  Tê diyarkirin ew ê Erdogan li Tahrana paytexta Îranê bi Serokê Dewletê Rûsyayê Putîn û bi Serokkomarê Îranê Rûhanî re hevdîtin bike.

Her sê lîder berî niha li Soçîya bajêra Rûsyayê  û li Stenbolê hevdîtin kiribûn û bo li Sûrîyê çareserîya siyasî bê peydekirin gotûbêj kiribûn.(ÎLKHA)