Donald Trumpê Serokê Amerîka li New Yorkê pêşnûmaya qanûnê ya butçeya malî ya sala 2019an a 716 milyar dolar a Wezareta Parastinê ya Amerîka îmze kir. Di pêşnûmaya ku ji teref Trump ve hat îmzekirin de tê telebkirin ku di naveyna 90 rojan de derbarê pêwendîyên Amerîka-Tirkîyê de raportek bê amadekirin û heta ku raport ji kongreyê re bê teqdîmkirin teslîmata F-35an bo Tirkîyê bê rawestandin.(ÎLKHA)