Li Aktauya bajêra Kazakistanê piştî muzakereyên ku zêdetirî 20 salan di navbera Rûsya, Îran, Azarbeycan, Kazakistan û Tirkmenistanê de  berdewam kir re Peymana Behra Hazarê hat îmzekirin.

Peyman ji teref serokên dewletan ve hat îmzekirin. Li gor peymanê ew ê rezerveyên neft û xazê yên Behra Hazarê ji bikaranînê re zêdetir bên vekirin û bi şikleke hevpar bên bikaranîn, ew ê ji wan welatên ku sînora wan ji Behra Hazarê re nîn re destûr neyê dayîn ku li herêmê fealîyetên leşkerî bikin.(ÎLKHA)