Siyonîstên terorîst doh êrîşa asimanî birin Xezzê û pîrekek bi hemil û bebeka wê ya salî û nivî şehîd kirin. Derbarê vê êrîşa siyonîstên terorîst de ji teref Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Erbaş di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Wehşeteke din li wê wehşeta ku li Xazzê tê kirin hat zêdekirin. Dayikeke bi hemil û bebeka wê ya salî nivî di êrîşa asimanî de hatin şehîdkirin û bi dehan kesên masûm û bêguneh hatin birîndarkirin. Ez vê êrîşa wan kesên ku ji însanetîyê bêpar mane û ne xwedîyê wijdanê ne telîn dikim. Ez ji Xweda bo dayik û bebeka wê rehmetê û bo birayên xwe yên birîndar jî şifayê teleb dikim."(ÎLKHA)