Hat ragihandin li Paktîya parêzgeha Efxanistanê di dema nimêja înê de êrîşa xwekuj hat lidarxistin. Di encama êrîşê de 15 kes hatin qetilkirin û herî hindik 40 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û hêj tu kesî êrîşê negirtiye li ser xwe.(ÎLKHA)