Berî vê çend rojan li Gevera Colemêrgê di dema derbasbûna wesayîtekê de PKKyîyan teqemînaya ku li ber rê bi cî kiribûn teqandin. Di encama teqandinê de xanim û zarokê 11 mehî yê leşkerekî jiyana xwe ji dest dan. Bo van her du kesên ku li Colemêrgê hatin qetilkirin doh bi beşdarbûna Serokomar Erdogan û gelek rayedaran merasîma cinazê hat tertîpkirin.

Serokomar Erdoganê ku beşdarî merasîmê bû di merasîmê de wiha axivî: "Hûn hesasîyeta min ya derbarê îdamê de dizanin. Ger bê parlementoyê û jê derbas bibe, ez ê jî tesdîq bikim. Em cihê van qatilan dizanin kû der e. Em dizanin ku qisasa vê yekê ji wan divê bê standin. Di demeke nêz de em ê di vî warî de gavinan bavêjin. Di vî warî em ê ne li gor Hans, li gor Xweda  hereket bikin."(ÎLKHA)