Şewata ku li Calîfornîya Amerîka berî vê çend rojan derket her ku diçe belav dibe û tesîra xwe zêde dike. Heta niha ji ber şewatê 5 kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 50 hezar kes jî ji malên xwe bûn û ji herêma şewatê hatin tahlîyekirin.

Li gor agahîyên ku hatin wergirtin şewat niha jî li 17 herêma hêj berdewam dikin û bo agir bê tefandin nêzî 12 hezar îtfaîyevan wezîfe dikin.

Li herêmê ji ber êgir rewşa awarte hatiye îlankirin.(ÎLKHA)