Hat ragihandin doh siyonîstan êrîş birin li ser Mislimanan, di êrîşa mûşekî ya ku ji teref siyonîstên terorîst ve li bakûrê Xazzê hat kirin de 2 Filistînî şehîd bûn.

Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê Eşref Kudra di daxuyanîya ku derbarê mijarê belav kir de destnîşan kir di êrîşa siyonîstan de 2 Mislimanên bi navê Eymen Nafiz Neccar û Muhanned Macid Hemud şehîd bûn.(ÎLKHA)