Hat ragihandin li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê êrîşa çekdarî li avahîya walîtîyê hat kirin. Di encama êrîşa çekdarî de 2 kes birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref Alîkarê Walîyê Hewlêrê Tahir Evdillah daxuyanîyek da. Evdillah di daxuyanîya ku da de destnîşan kir 2 kesên çekdar êrîş birin walîtîya Hewlêrê. Di encama êrîşê de yek jê polês tev de 2 kes birîndar bûn.

Evdillah destnîşan kir bo kesên êrîşkar bên girtin operasyon berdewam e.(ÎLKHA)