Li Besnîya navçeya Semsûrê kesekî ku aqil avêt bavê xwe, birê xwe, jinbira xwe û 2 biraziyê xwe kuşt û xwest ku xwe întîxar bike.

Derbarê bûyerê de heta niha tu daxuyanî nehatîye dayîn. Li gor agahîyên hatin wergirtin sedema bûyerê di nava birayan de nelihevkirina parvekirina mal e. (ÎLKHA)