Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranç li Avusturyayê di daxuyanî hevpar a ku bi Serokomarê Avusturyayê Alexander Van der Bellen re kir de derbarê hevpeymana nukleer a ku Amerîka jê vekişîya de nirxandinan kir. Rûhanî di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha got: "Heger ew dewletên ji bilî Amerîka yên ku îmza avêtine bin hevpeymanê berjewendîyên Îranê bixin bin garantîyê wê demê bêyî Amerîka jî hevpeyman dikare bê domandin."(ÎLKHA)