Ebrû Ozkan, piştî Quds zîyaret kir di 11ê Hezîranê de ji balafira Tel Avîv ya Ben Gurîon dema xwest vegere Tirkîye ji teref sîyonîstan ve hat desteserkirin. Li gor agahîyên ji parêzerên dozê dişopînin hat wergirtin rejîma terorê hefteyek din mehkeme dirêj kirîye.

Di doza ku li bakurê Filistîn li Devera Salîm ya Leşkerî tê dîtin de mehkema Sîyonîstên îşxalker dema binçavîya Ebrû Ozkan hefteyek din jî dirêj kir.

Di encama îtîfazên hatin kirin de Ozkan di 26ê Hezîranê de careke din hat derxistin pêşberî mehkemê lê belê heta niha tu agahî nehatîye dayîn.

Malbata Ebrû Ozkan tiştên ku hatin serê wan ji ÎLKHAyê re nirxand û îfade kir ku qîza wan ev serê 16 roja ye ew bi qîza xwe re qet nepeyîvîne û bi îddîaya tehdîda ewlelhîyê qîza wan hatîye desteserkirin. Malbatê îfade kir ku heta niha qîza wan bi parêzerên xwe re dahî hevdîtin nekirîye.

Dayîka Ebrû Ozkan, Ayten Ozkanê îfade kir ku keça wê însaneke zaf bi merhamete û wiha got: " Keça min zaf ji zarokan hez dike. Dema keça min çû bi xwere balon, çoqelat, şekir, pênûsên boyaxê û defter wek diyarî bir. Me van tiştan ewlehîya îsraîl tehdîd dike? An jî di çentê wê de tiştekî din dîtin tiştekî wisa îddîa dikin."

Ozkanê îfade kir ku ji kîja dînî mensûb dibin bila bibin divê li her welatî edalet hebe û wiha li axavtina xwe zêde kir, "Bi rastî ez ew tiştê ewlehîya îsralî tehdîd dike meraq dikim. Bila vê yekê ji mere eşkere bikin. Di gel mehkema keça min heta niha jî keçamin dernaxistine mehkemê. Mafê peyîvandinê didin kesên însana dikujîn. Lê belê mafê peyvê nadin keça min. Ev 16 roje me dengê wê jî nehatîye me."

"Bi îzna Xweda keça min ê bibe dengê Quds û Filistîn ê"

Dayik Ozkanê îfade kir ku ew li hember van bûyeran bi quwet disekine û wiha got: "Keça min keseke îmana we bi qewet e. Niha ji fikirandina me niha perîşan bûye. Ez ji vir bangî temamê karbidest û Serokomar dikim. Divê gavek berî gavekê ji bo keça min tiştekî bikin. Em kesên bi qederê îman hanîn in. Ez hêvî dikim keça min ê bibe negê Filistîn û Quds ê. Heger ew Ebrûyekê bigrin Ebrûyeke din wê here. Em Quds û însanên li wir bi tenê nahêlin. Li ku dibe bila bibe ji kîja dînî dibe bila bibe dema însanek mixtacî alîkarîyê be emê liba wî cîh bigrin."

"Ê Yûsûf avêt zîndanê û yê ji Misrê re kir hakim jî Rebbê me ye"

Dayik, Ozkanê di dawîya axvtina xwe de destnîşan kir ku tiştên tê jiyandin ji dil me xemgîn dike û wiha li axavtina xwe dawî anî, "Ez hewl didim ku bi qûwet li ser pîya bimînim. Sê zarokên min yên din heye ez nawazim li ba wan xemgîn bibim. Înşallah Xwedayê veya bi xêre encam bike. Yê Yûsûf eleleyhîsselam xist zîndanê Rebbê min bû û yê ew ji zîndanê derxist û ji Misrê re kir hikumdar jî ew bû. Helbet divê em bibim Hezretî Yûsûf û di rêya Yûsûfan de bin."  

"Xwişka min bûye tehdîda ewlehîyê!"

Xwişka Ebrû Ozkan, Elîf Ozkan pêvajoya desteserkirna xwişka xwe wiha anî ziman: "Dema xwişka min vedigere jê dipirsin bê Îngilizî zani an nizani. Dema xwişka min dibêje ez nizanim wê desteser dikin û dibêjin emê bi teyara êvarî bişîn in lê belê tiştekî wisa çênebû. Piştî vê du rojan derdixin mehkemê, mehkemê 24 saetan taloqê didê. Rojek paşê mehkeme çêdibe lê belê xwişka min dernaxin mehkemê. Dîsa mehkeme tê dirêjkirin. Bi temamî ev çar car e mehkeme tê kirin, lê belê xweişka min dernaxin mehkemê. Di mehkema herî dawî de hefteyek taloq dan xwişka min. Piştî îro îtîraz hatin kirin hat îfadekirin wê derxin mehkemê. Her tim bi awayên keyfî vê pêvajoyê bi îddîaya tehdîda ewlehîyê dirêj dikin."

Ozkanê îfade kir ku wan desteserkirina xwişka xwe ji hevalên wê yên pêre çûbûn geştê hîn kirin û wiha got: "Hevalên xwişka min jî pêre çûbûn. Ez ji wan hîn bûm xwişka min desteser kirin e. Wan jî berê min da rêberê şîrketa (Sila Tûr) Bîlgîha Beg. Min jî jê re peyam şand. Wî ji minre got wî agahî daye Qonsalxaneya Tel-Avîv ê û ji niha û pê de tu tiştekî ew bikin tineye."

Ozkanê, îfade kir ku berya niha xwişka wê du cara Quds zîyaret kiribû û li gor îdîaya rêberê geştê xwişka wê bi hevalên xwe re xweser hereket kirîye lê belê derneketine derveyî Qudsê.   

Ozkan, wiha got, "Em derbarê mijarê de bi Balyozxaneya Tel-Avîvê û bu parêzeran re axivîn lê belê tevan ji mere gotin tenê haya hakim ji vê yekê heye. Ez bi gelek karbidestan re peyîvîm. Ez niha bi Wezareta Karûbarên Derve re di têkiliyê deme. Min bi xwe ev ji Serokomar re got ji min re gotin ew jî bi vê mijarê re eleqedar e û dişopîne. Ez bawer dikim ku ev wisaye. Ez dizanim hiqûqê dewleta li hemberî me tineye. Ez bawerim di destê wan de qanûneke wan ya nivîskî jî tineye. Lewra heman tiştan li gor kêfa xwe dikin. Tiştê ez dizanim di hiqûqê de mafê peyfa qatilan dahî heye. Ji bo wî biparêze parêzerekî ji bo wî tesîs dikin, lê belê mafekî wisa nedan xwişka min. Min ev fêm nekirîye bê xwişka min çi kirîye gelo bi parêzerên wê re nadin peyîvandin."

Ozkanê, îfade kir ku parêzerekî Filistînî piştî bûyer bihîst dildarî bû parêzerê xwişka min û heta niha tu tiştekî maddî ji wan nexwestîye û wiha got, "Heta niha ji teref dewletê ve tu parêzer nehatîye wezîfedar kirin, tenê tê gotin bi vê mijarê re eleqe dibin û tiştê hewce hatîye kirin û dê ji niha û pê de jî bê kirin. Em dizan in Balyozxaneya Tel-Avîvê mehkemê ji vêrve taqîb dike, lê belê em nizanin bê di warê mehkemê de çi tê kirin."

"Çi dibe bila bibe divê Quds bê xwedî nayê hiştin"

Ozkanê îfade kir ku her çi dibe bila bibe divê Quds û Filistîn bêxwedî neyê hiştin û wiha got, "Ya ewil wir welatekî Îslamê ye, ya dudan cîkî mezlûm lê dijîn. Bi rastî ez veya tenê ji bo ew Misliman in nabêjim, însanên li wir tev zilmê dibînin. Ger gelê li wir Xiristîyan, Yahûdî an jî Xwedê nenas bin jî ev wisa ye. Heger ji destê me tiştek were em amadene."

Ozkan, wiha got, "Li gor xwe dewletek damezrandin e û li însana zilmê dikin. Li wan deran bûne xwedî. Hewl didin ku Mislimanek neçe wir. Lewra ji veya ditirsin. Heger em herin wir û li wir xwedî derkevin wirê me teva li ba hev bihêle. Ji ber vê yekê naxwazin em herin wir. Lewra dibêjin emê ji bo wan tehdîdekê çêkin. Lê belê li Stenbolê tiştekî wisa çênabê. Ez bawerim heger wir di destê Mislimanan de ba Xirîstîyan û Yahûdîyên jî bi rehîtî biçûna wir. Ez bawer dikim lazim e ev wisa ba."

Tiştên tê kirin bi temamî polîtîk e

Ozkanê destnîşan kir ku tiştê tê kirin bi temamî polîtîk e û wiha got, "Dixwazin peyamekê bidin Mislimanê Tirkîyê. Bi taybetî vî tiştî li ser jinekê dike ev kar zêdetir tixe zorê û dixwazin bibêjin 'em jinan dahî digrin' yanî ji bo em bitirsin û nerin van tiştan dikin."

Ozkanê di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew nizane bê burokrasî çawa dixebite û wiha dawî li gotinê xwe anî, "Heta niha ji tiştekî wisa haya min tinebû. Di vê pêvajoyê de em hînî veya jî bûn. Bi rastî tiştekî zaf tevlîhev û bi zehmet e. Li gor min bi taybetî di warî sîyasî de lazim e Serokomar dest bavêje vê mijarê. Lewra tu sûcê xwiha min tineye û ne endamê tu rêxistinê ye. Heger tiştekî wisa hebe emê bibêjin eywellah, lê belê em dizanin bêsûc li wir disekine. Divê bi awakî ji wir bê anîn. Ez nizanim bê pêvajo çawa pêşve diçe. Bi temamî divê karbidestên dewletê tiştekî bikin û demildest dest bavêjin vê mijarê." (ÎLKHA