Wezareta Karûbatên Derve êrîşa bombeyî ya ku li pîrozbahîyên Îda Remezanê yên li bakûrê rojhilatê Nîjeryayê hat rastkirin û bû sedema mirina gelek kesan şermezar kir.

Di daxuyanîya ji teref Wezareta Karûbatên Derve hat kirin de cîh hat dayîn van agahîyan: "Li bakûrê rojhilatê Nîjeryayê di êrîşa bombeyî ya ku li bajarê Borno ya li devera Damboa ya li merîsama pîrozbahîyên Îda Remezanê hat rastkirin û bû sedema mirina gelek kesan me bi huzn û şîn bihîstîye. Em vê êraşa menfûr şermezar dikin û ji bo kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest nane jî ji Xweda rehmet û ji bo yên birîndar jî demildest şîfayê dixwazin. Em ji bo gelê Nîjerya û Hikumeta wê re jî şîna xwe pêşkêş dikin."  (ÎLKHA)