Li Êlihê welatîyên ku serê şeveqê zû ji malê xwe derketin bo nimêja îdê berê xwe dan mizgeftên li bajêr. Welatîyên ku ji biçûk û mezinan pêk dihat teşrîq û tekbîran anîn. Piştî nimêja îdê Miftîyê Bajêra Êlihê Turgut Erhan derbarê ehemîyet û girîngîya rojê de xutbeyek da û qala ehemîyeta îdê kir.

Piştî xutbeya ku hat dayîn re welatî li hewşa camîyê îda hev pîroz kirin.(ÎLKHA)