Hat ragihandin li Resafaya Baxdaya paytexta Iraqê di depoya ku tê de sindoqên hilbijartinê hebûn de şewat derket. Di encama şewata ku derket de exlebeyê sindoqan şewitîn.ç

Berdevkê Wezaretê Saad Maan destnîşan kir yekîneyên îtfaîyê hewil didin agir bitefînin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin sindoqên di depoyê de temam şewitîne.(ÎLKHA)