Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, îfade kir ku piştî Qendîl û Sîncarê em dikarin li Mexmûrê jî operasyonê rast bikin. Erdogan wiha got, "Qendîl ji Memxmûrê xwedî dibe. Wir wek hêlînê ye."
Serokomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Li vir du hêlê bûyerê heye. Yek jê Qendîl e ya din jî Sîncar e. Niha ji Iraqê ber bi Tirkîye tehdîdek hebe heger wext hebe em vê bi Bexdayê re diaxivin. Heger rêveberîya Bexdayê bibêjin 'Emê hel bikin.' ev baş e, lê belê tiştekî wisa nebêje em ji tu kesî îcazetê nagrin. Emê li Qendîlê jî bixin û emê li Sîncarê jî bixin. Ez vê cara ewil dibêjim; dibe ev yek bibe sernav, ev zaf girîng e, Neteweyên Yekbûyî wiha gotîye an tiştekî din gotîye, divê Neteweyên Yekbûyî mesela Mexmûrê çareser bike. Çima, lewra wir hêlîna terosîtan e. Ez di warê van mijaran de pir bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re axivîm. Em bibêjin 'Werin vî karî çareser bikin.' heger çareser kirin way kirin na heger çareser nekirin çi hewce bike emê bikin. Hûn dibê qey PKK ji ku xwedî dibe. PKKe ji Mexmûrê xwedî dîbe. Ya rast ewe kû Sîncar Qendîleke biçûk e. Dive ku em şevekê bêwext werin." (ÎLKHA)