Di qezaya ku li Diyarbekirê pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek jê giran tev de 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin qeza li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin taksîya tîcarî ya bi plaqeya 21 TT 0860 a ku ber bi îstîqameta Rihayê ve diçû ji paşve li wesayîta 21 BJ 401 qelibî. Bi tesîra lêxistinê otomobîl derbasî wî şerîda din bû û li otobûsa rêwîyan a bi plaqeya 60 BF 660 qelibî.
Di netîceya qezaya ku pêk hat de 2 pîrekên di taksîya tîcarî de jiyana xwe ji dest dan û yek jê giran tev de 3 kesan birîndar bûn.
Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re gelek polês û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)