Çiyayê Agirîn a Fuegoya her ku diçe tesîra xwe zêde dike, ji ber volkana û xwelîya ku ji Çiyayê Agirîn a Fueagoyê derdive heta niha 99 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyanîya ku ji teref Enstîtuya Zanistên Adlî yê Neteweyî ve hat belavkirin heta niha ceseda 99 kesan hatiye dîtin; lê belê bes nasnanemya 25 kesan hatiye tespîtkirin. Her wisa hat ragihandin zêdetirî 150 kesan jî winda bûne.

Tê diyarkirin heta niha gelek gundên derdora çiyê şewitîne û zêdetirî 7 hezar însanan ji volkanan tesîrdar bûne.(ÎLKHA)