Hat ragihandin li nêzî Yemenê keştîya penaberên Efrîkayî binav bû, di encama binavbûna keştîyê de ji 100 penaberên ku di leştîyê de bûn tev de 40 penaber jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahîyên ku ji teref Rêxistina Koçê ya Navneteweyî keştîya ku ji herêma ku jê re tê gotin 'Strihê Efrîkayê' dihat ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn binav bû. Di ecnama binavbûna keştîyê de 40 penaber jiyana xwe ji dest dan, 16 penaber winda bûn û 44 peanber jî hatin xelaskirin.