Haydar Îbadîyê Serokwezîrê Iraqê derbarê operasyona ku îhtîmal e ji teref Tirkîyê ve li Qandîlê bê kirin de nirxandinan kir.Serokwezîr Îbadî di nirxandina ku kir de derbarê operasyonê de destnîşan kir îhlalkirina desthilatdarîya Iraqê nayê qebûlkirin. Îbadî her wisa derbarê bendavê Ilisu ya ku dê  bê dagirtin de jî diyar kir ji ber ku dest bi dagirtina bendavê hatiye kirin ku ev yek jî bûye sedem ava Çemê Dîclê ya ku diherike Iraqê kêm bibe.(ÎLKHA)