Mela Enwer Kiliçarslanê ku Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan e derbarê zekatê de daxuyanî da ÎLKHAyê û meseleya zekatê nirxand.  Enwer di hevpeyvîna ku pê re hat kirin de destnîşan kir di Qur'ana Kerîm de di 33 cihan de qala nimêj û zekatê tê kirin û diyar kir Xweda ji evdên xwe dixwaze ku ew rojî bigirin, zekat û fitreyan bidin.

 "Zekat paqijîya mal û milk e"

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir Xweda di  Qur'ana Kerîm de di 33 cihan de dibêje 'Ey ew kesên ku ehlê îmanê ne, nimêj bikin û zikatê bidin.' Û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji bilî wê di 82 cihan de dîsa meseleya nimêjê derbas dibe. Lê belê nexasim nimêj û zekat bi hev re tên zikirkirin. Baş e, gelo Xweda çima ew qas zêde qedr û qiymetê dide zikatê ku digel nimêjê zikra wê dike? Nimêj îbadeteke girîng e û stûna dîn e. Mufessîr dibêjin ku qezenckirina riza Xweda bi nimêjê ye, kesê ku nimêjê bike Xweda memnûn dike. Bi dayîna zekatê jî feqîran memnûn dike. Ji ber vê yekê însan divê him Xweda û him jî feqîran memnûn bike. Divê her du jî hebin. Yek ji van kêm bê dê emrê Xweda bi şikleke kamil neyê tetbîqkirin. Ji ber vê yekê nimêj û zekat wek xuşk û birayên hev in."(ÎLKHA)