Li Herrana navçeya Rihayê Leyla Çîçeka ku li nava zevîyê pembû çape dikir birûskê lê xist û jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên hatin wergirtin li Taxa Tahilalanê Leyla Çîçeka (14) li nava zevîyê pembû çape dikir birûskê lê xist.
Pişt îsabetkirina birûskê, Çîçek ji teref eqrebayên xwe ve hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herranê.
Di gel temamê midaxeleyan Çîçek nehat xilaskirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Leyla Çîçekê piştî miamelê otopsîyê teslîmê merivên wê hat kirin. (ÎLKHA)