Di pusulaya ku hat belavkirin de tê dîtin ku hinek guhartin hatine kirin. Di pusulayê de tê dîtin  ku HUDA PAR bi hinceta ku destekê dide Namzedê Xweser ê Diyarbekirê ji pusulayê hatiye derxistin. Navên partîyên din jî wek pişka ku hatibû avêtibûnm hatine birêzkirin. Ji bilî wê di pusulayê de navê 7 namzedên xweser xuya dikin ku ew jî di pusulayê bi şiklê 3-3-2 hatine birêzkirin ku Namzedê Xweser ê Diyarbekirê Zekerîya Yapicioglu di vê lîsteyê da di beşa namzedên xweser de herî dawîyê ye.

Metîn Kayayê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê  desrtnîşan kir nîzama parlementerên xweser de bi şikleke adil nehatiye tevgerin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Navên namzedên xweser bi şikleke pir hur û biçûk hatiye nivîsîn ku ev yek bi ya me bi niyeteke nebaş hatiye kirin. Dikaribûn li ba hev di rêzekê de temaman bi rêz bikin. Dikaribûn navan bi puntoyên mezintir nivîsandibana, an jî dikaribûn dîmenên namzedan deynin."(ÎLKHA)