Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Diyarbekirê Zekerîya Yapicoglu li Diyarbekirê bi xelkê re di bernameya fitarê de hat bal hev û di bernamê de axavtinek kir. Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir " Encamên hilbijartinan çi dibe bila bibe, bi izna Xweda em ê birayên xwe, hemşerîyên xwe û dostên xwe ji bîr nekin."
"Em ji we dixwazin ku hûn dost û nasên xwe îqna bikin"
Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku ji hilbijartinê re çend rojên jimartî mane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Xweda çawa teqdîr kiribe dê ew bibe nesîb. Li qeta Wî encam diyar e; lê belê ê ku dikeve para me xeyret e. Ger hûn vî birayê xwe wek temsîlkar dixwazin bibînin ez ê tiştekî ji we rica bikim. Ji hilbijartinan re 20 roj man. EM ji we dixwazin ku hûn dost û nasên xwe qanê bikin da ku rayên xwe bidin me."(ÎLKHA)