Li gor lêkolîna ji teref Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hat kirin, hat ragihandin ku li Efxanîstanê nêzî nîvê zarokan nikarin biçin dibistanê. Li gor daneyên lêkolîna hat kirin nêzîkî 3 milyon û 700 zarokên emrê wan di nava 7 û 17 salî de ye ji îmkanê girtina perwerdehîyê mehrûm in.
Di lêkolîna ku ji teref UNICEFê ve hat kirin ku sedema zarok nikarin herin dibistanê ya herî mezin zêdebûna herba navxweyî û zêdebûna xizanîyê ye.
Di lêkolînê de hat îfadekirin ku di nava welêt de gel ji bo xebatê mecbûrî koçê dimînin. Li gor daneyên saziyên alîkarîyê di sala 2018an de ji ber herba navxweyî derdora 100 hezar kes ji cîyê ku lê dijîyan bûne.
Li deverên ku xebatên UNICEFê lê zêde henin dibistan tev hatine girtin û gelê deverê zarokên xwe naşînin dibistanan. Li gor daneyên hikumeta Afxan tê texmîn kirin ku li welêt ji be pevçûn û herba navxweyî derdora hezar mektebî hatine girtin. (ÎLKHA)