Hat ragihandin digel qerarnameya ku li Louisianaya parêzgeha Amerîka hat derxistin boykotkirina çeteya terorê ya siyonîst hat qedexekirin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bi qerarnameya ku hatiye derxistin ew ê ji wan şîrketên ku siyonîstan boykot dikin re ji îhaleyên kamûyê kar neyê dayîn.

Piştî ku qerarname hat weşandin û ket meriyetê re   Walîyê Louisianayê John Bel Edwards daxuyanîyek da. Edwards di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir "îsraîl li Rojhilata Navîn muttefîkê herî mezin e û demokrasîya herêmê ye. Boykotkirina îsraîl tê wateya ji dostanîyê re zirardayîn."(ÎLKHA)