Li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa Myê ya Êlihê bi kesên ku ji teref 28ê Sibatê û darazan FETO ve hatine mexdûrkirin bi piştevanîya Şaxa Êlihê ya Cemîyeta Mustezafan û STKyên Îslamî ji teref MAZLUMDER ve daxuyanîya çapemenîyê hat tertîpkirin. Di daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat tertîpkirin de naskirîyên kesên ku mexdûrên daraza FETO û 28ê Sibatê ne axivîn û destnîşan kirin naskirîyên bêsûc û belesebeb 15-20 salan di girtîgehan de tên girtin û ew mexdûr in.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Mahmut Yavuz ve li ser navê MAZLUMDERê ve hat xwendin. Yavuz di daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê ew qerarên daraza paralel û bi birifîng bên betalkirin û dû re wiha got: "Em bo mehkûman efû û tahlîyê naxwazin; em dixwazin ku rêya darizandina ji nû ve bo wan bê vekirin."(ÎLKHA)