Hat ragihadin li Wêranşara navçeya Rihayê di navbera naskirîyan de ji ber sedemeke ku nayê zanîn pevçûn derket, di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de  3 kesan jiyana xwe ji xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bûyer derdora seat 12.30an de li Taxa Nû bi nîqaşê devkî dest pê kir û dû re bû pevçûna çekdar.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û termên mirîyan jî hatin rakirin mirîxanê.(ÎLKHA)