Li çolterîya gundê Yûkari Kayalar ya devera Kirçîmenlîka Şemzînana navçeya Colemêrgê mayîna ku di rê de hatibû bi cîh kirin hat teqanin. Di encama teqînek pek hat de 2 parêzvanên ewlehîyê hatin kuştin û 3 parazvanên ewlehîyê jî birîndar bûn.

Derbarê bûyerê de Walîtîya Colemêrgê daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê cîh hat dayîn van agahîyan: "Li herêma Kirçimenlika mezraya Kayalar a navçeya Şemzînanê di 24ê Gulana 2018an de wesayîta ku parazvanên ewlehîyê têde bûn rastî bombeya destçêkirî ya ku berê ji teref endamên rêxistina terorê ya debeşker ve hatibû bicîhkirîn hat û teqîn çêbû di encama teqînê de 2 parazvanên ewlehîyê jiyana xwe ji dest da û 3 parazvanên ewlehîyê jî birîndar bûne. Tehqîqata derbarê bûyerê de dewam dike." (ÎLKHA)