Sazîya alîkarîyê Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku bi alîkarîyên dike navê xwe li derdorê daye hesandin li herêma Garîssaya Kenyayê ji ber minasebeta meha Remezanê xwarina germ û xurek belav kir û çavên kesên ku bi nexweşîya katarakê ketine da tedawîkirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Huseyîn Ateşê diyar kir ew li bajarê Garîssaya Kenyayê ji 1500 yetîmên ku li êtîmxaneyên bi navê Najah û Alfaruq dimînin re xwarina ger belav kirine û ew ê xebatên xwe yên alîkarîyê li çar alîyên dinyayê bidomînin.

320 nexweş hat amelîyat û dermankirin

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew berî niha dîsa li Afrîkayê bi sedan amelîyatên katarakê dane kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Li bajarê Garrîssayê me 320 kesên k bi nexweşîya katarakê ketine da amelîyatkirin. Li Afrîkayê  bi hezaran kes hêj li benda amelîyatê ne. Ger ji me re alîkarî bê kirin em ê van amelîyatan ên katarakê bidin domandin."

Ateş di dawîya axavtina xwe de bo berdewama van alîkarî û amelîyatan bang li kesên xêrxwazan kir.(ÎLKHA)