Piştî qetlîama ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li ser sînora Xazzê hat kirin re Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî niştineke taybet tertîp kir. Konseya Mafên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî di pêşnûmaya ku weşand de çeteya terorê şermezar kir û damezrandina komîsyonekê bo lêkolînkirina qetlîama ku ji teref siyonîstan ve li Xazzê hatiye kirin bi 29 dengan qebûl kir. Di dengdayîna ku bo Xazzê hat kirin de 2 welat dengê naxêr dan û 14 welat jî bêqerar man.(ÎLKHA)