Li gor rapora Kongreya Birêveberîya Afatan ya sala 2017an ji ber afatên siruşî derdora 19 milyon kes li welatên xwe bûnin penaber. Li cîhanê 11 milyon û 800 hezar zilam, pîrek û zarok ji ber herbên navxweyî û bûyerên tundî ji welatên xwe bûnin û bûnin penaber.

Di raporê de hat îfadekrin ku li gor sala borî îsal ev hejmar du qat zêdetir bûye. Li Komara Demokratîk ya Konga û dewletên bin sahrayê yên Efrîqîya 5,5 mîlyonî li dewletên Ereba yên wek Sûrî û yên din jî 4,5 mîlyon kes ji mecbûrî li welatên xwe bûnin penaber û ji cîyê xwe bûnin.

Heta niha 40 milyon kesên ji ber teror, zext û herbên navxweyî ji welatên xwe bûnin venegerîyan welatên xwe.

Li gor raporê ji ber firtûne, lehê, şewat, hişkesalî û afatên siruştî li 135 dewletan bi sed hezaran kes ji cîyê xwe bûnin. Li gor raporê li dewletên wek Çînê 4,5 milyon, li Fîlîpînlera 2,5 milyon û li Kubayê jî 1,7 milyon kes ji ber afatên siruştî ji cîyê xwe bûnin. (ÎLKHA)