Qezaya ku berî vê çend rojan li Rihayê pêk bû sedema mirina malbateke bi 7 nefs. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 16 F 9966 a ku ajokarê wê Vedat Îlgîn bû ji ber ku TIRek rê lê teng kir qeza kir û kete nava ava kevîya rê. Di qezaya ku pêk hatibû de 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bûbûn. Kesên birîndar hatibûn rakirin nexweşxanê.

Digel temamê mudaxeleyan berî vê 2 rojan kesek û doh jî 2 kesên din ênm ku ji heman malbatê bûn û di hemana qezayê de birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)