Di xwepêşanên ku doh li Filisîtînê hatin kirin de çeteya terorê siyonîstên îşxalker bi çekan êrîşî xwepêşandaran kirin, di encama êrîşan de 58 Filistînî şehîd bûn û 2 hezar û 500 Filistînî jî birîndar bûn. Ji ber vê qetlîama ku ji teref siyonîstan ve hat kirin Kuweyt teleb kir ku lêpirsîneke "xweser û rasteqîn" bê kirin. Hat hînbûn Amerîka vê daxwaza lêpirsîna derbarê qetlîamê de asteng kiriye.

Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber daxwaza Kuweytê dê îro kom bibe.(ÎLKHA)