Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Îngîltere, digel xwendekarên endamên Weqfa TURKENê civiya û xîtabî xwendekaran kir û wiha got: "Qaşo Qudsê bibe paytextê îsraîl û di serî de Eemrîkayê Qudsê wek paytextê îsraîl nas bike. Gelo hûn nas bike wê çi biguhere. 128 dewletan bi eşkere tewra xwe eşkere kir. Quds paytextê Fîlîstînê ye."

Serokomar Erdogan di berdewama axavtina xwe de wiha got: "Amerîkayê bi vê gava xwe ya ku ne li gorî şîarên miroveyetî, heq, edalet û heqaniyetê ye, hemî biryarên Neteweyên Yekbûyî, hetta muktesebata xwe jî îxlal kir. Herwiha zirar da pêbaweriya xwe ya di warê civaka Nêvneteweyî de û rola xwe ya navbênkariya çareseriya îxtilafê jî winda kir. Emerîka bi veguhestina Sefareta xwe bal bi Qudsê Filistînîyên aştîxwaz ciza kir. Di serî de Emerîka dê Qudsê wek paytextê îsraîl nasbike. Hûn nas bikin dê çi biguhere nas nekin dê çi bibe. Neteweyên Yekbûyî dengdayîna xwe da. Quds, bi taybet Qudsa Rojhilat, paytextê Filistînê ye. Em wekî alema îslamê vê wisa dizanin." (ÎLKHA)