Li Iraqê encamên hilbijartinê yên ne fermî hatin eşkerekirin.

Li gor vê yekê hat eşkerekirin ku Koalîsyona Nasr ya ku Serokwezîrê niha Haydar Îbadî, serokatîya wê dike li giştîyê welêt bûye partîya yekem. Hat îfadekirin ku lîsteya saîrûn ya ku di serokatîya Mukteda es-Sadir de ket hilbijartinê jî bû partîya duyem.

Hejmara kesên beşdarî hilbijartinê bûn kêmbû

Serokê Komîsyona Xweser ya Bilind a Hilbijartinê Rîyaz Bedran, îfade kir ku li giştîyê Iraqê beşdarbûna hilbijartinê kême û bi temamî ji sedî 44 kes beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bûnin. (ÎLKHA)