Îsa Aydinê Arîkarê Serokê yê Pêwendîyên Derve yê HUDA PARê derbarê hilbijartinên ku îro tên kirin de daxuyanîyek belav kir. Aydin di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir bila hilbijartin bibin wesîleya aştî, biratî û aramîyê.

Aydin di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir hilbijartina ku li welêt tê kirin Kurdistana Başûr jî dixe nav xwe û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber bêîstîqrarîya li Iraqê ev bû 3 sal ku hilbijartin nedihatin kirin û dihatin taloqkirin. Gelek kes eleqe nîşanî hilbijartina îro re nîşan didin. Ev hilbijartina ku piştî bûyerên ku bûn sedema bêîstîqrarîyê tên kirin muhîm in."

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir di Parlementoya Iraqê de gelek parlementerên ji Kurdistana Iraqê hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Kurdistana Başûr jî girîngîyê dide vê van hilbijartinan. Ez bawer dikim ku dê hilbijartineke baş û xweş çêbibe. Bingeha demografîk û sîyasî ya Iraqê pir cuda ye. Birêveberî di nav  komên sîyasî û qewmî de hatiye dabeşkirin. Ez hêvî dikim ku ev hilbijartin bibin wesîleya xêran. Xweda ji wan re derîyên xêrê veke û rageşî û şerê di nav birayan de xelas bibe. Înşallah piştî hilbijartinan jiyaneke birayane hakim bibe."(ÎLKHA)