Hatîpoglu di axavtina xwe ya ku kir  de destnîşan kir însanetî muxtacî ronahîya Hz. Muhammed(aleyhîsselam) e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Carekê li Swêdê roja yekşemê konferanseke me hebû, piştî konferansê em vedigerîyan hotela xwe. Min dît ku nêzî 30 kesên pîr û kal li ber devê derîyê dêrê rawestîyane û li benda vebûna dêrê bûn da ku ayîna xwe bikin. Di nav wan de xortek jî tunebû. Temam emrê wan li ser 60î re bû. Li Xerbê dîn îflas kiriye. Însan dev ji dînê xwe berdane. Hilweşîneke mezin heye. Bêbawerî zêde dibe, pêdivîya însanan bi ronahîya Hz. Muhammed heye. Însanetî muxtacî Qur'ana Kerîm e. Li wan deran têgihiştina dîn hildiweşe; lê belê li erdnigarîya Îslamê vardin derdikeve rewacê.

 "Li dinyayê dînê ku herî zêde derheqê wan de tehqîqet tê kirin Îslam e"

Hatîpoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir li dinyayê dînê ku herî zêde derheqê wan de tehqîqet tê kirin Îslam e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Dinya hişyar dibe, dinya ji Îslamê haydar dibe. Milletên mazlûm ji Îslamê haydar dibin. Bo ji mezlûmîyetê xelasbûnê û ji temamê zilman rizgarbûnê bes rêyek heye; rêya Xweda û pêxember e. Niha em lêdinerin ku însan ji vê yekê haydar in; ji ber vê yekê li dinyayê dînê ku herî zêde derheqê wan de tehqîqet tê kirin Îslam e, kesê ku derheqê Wî de herî zêde tehqîqet tê kirin Hz. Muhammed e. Ji ber vê yekê; xuşkên min, dêyên min!Ji kerema xwe ji zarokên xwe re qala Xweda û pêxember bikin."(ÎLKHA)