Li gor agahîyên ku hatine wergirtin borîyên şebekeya ava vexwarinê yên ku ji Taxa Îpekyoluyê Nisêbînê derbas dibûn teqîyan. Di demeke kurt de exlebeya taxê di bin avê de ma û xelk mexdûr bû. Piştî ku yekîneyên MARSUya girêdayê Şaredarîya Mezin a Mêrdînê şebekeya avê girtin re asta avê ket.

Ji ber teqîna borîyên avê xelk, dikandar û şênî mexdûr bûn. Hat diyarkirin di nav 3 rojên dawî de borîyên avê 2 caran  teqîyan.

Yekîneyên MARSUyê yên ku girêdayê Şaredarîya Mezin a Mêrdînê ne dest bi xebatan kirin.(ÎLKHA)