Piştî darbeya FETO ya 15dê Tîrmehê di çarçoveya îşxalkirina avahîya Turk Telekomê ya li Acibadema Stenbolê de biryar derket. Di biryara dadgehê da de 6 efserên pîle bilind 7 caran cizayê muebetê yê giran û 33 leşkeran jî 7 caran cizayê hepsê yê muebetê xwarin.  

DadgehA Cizayê Giran ya 27an ya Stenbolê ji ber binpêkirin anûna esasî û ji ber sebebbûna kuştina 6 kesan ya bi qesdî 7 cara cizayê hepsê yê muebetê da  Astsubay Serkan Aplak, çawîşê pispor Ali Karahan, Bayram Aydin, Ozgur Kaya, Hasan Ovez û Yasîn Kayhan. Bersûc teymen Şerîf Ozbay jî 3 cara cizayê muebetê yê giran ciza xwar.

Heyeta mehkemê ji ber îxlalkirina qanûna bingehî, sedembûna kuştina 6 kesan 7 saran cizayê hepsê yê muebetê da 33 leşkeran. (ÎLKHA)