Adîl Cubeyrê Wezîrê Karên Derve yê Sûidî li Riyadê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re hat bal hev û daxuyanîya hevpar a çapemenîyê da. Cubeyr di daxuyanîya çapemenîyê ya ku hat lidarxistin de destnîşan kir ger ji wan re bê teklîfkirin ew amade ne ku di bergeha koalîsyoneke berfireh de leşkeran bişînin Sûrîyê.(ÎLKHA)