Li Baregaha Leşkerî ya Îranê ya ku li Çiyayê Azanê ya li başûrê Helebê ye teqîn pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber teqînê gelek ambûlans û yekîneyên tenduristîyê hatin sewqkirin ciyê bûyerê. Ji ber teqîna ku pêk hat 20 efserên Îranî jiyana xwe ji dest dan û gelek leşker jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ji ber teqînê tedbîr hatin zêdekirin û hat parvekirin balafirên ku nayê zanîn ên kî ne jî li heremê difirin.

Derbarê teqînê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.(ÎLKHA)