Li Bazîda navçeya Agirî wesaîteke zirxî ya ku aîdî cendermeyên navçeyê bûn qelibî, di encama qezayê de 9 leşker sivik birîndar bûn. 

Wesaîta zirxî ya leşkerî li ser sînorê Tirkîye-Îranê li nêzîkî Qerekola Hezoyê qelîbi. Di encama qezayê de 9 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambolansan hatin rakirin Nexwşxaneya Dewletê ya Bazîdê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz û hatin xistin bin tedewîyê.

Li gor agahîyên ewil yên hatin wergirtin rewşa leşkrên birîndar baş e. (ÎLKHA)