Hat ragihandin ji derveyî welêt êrîşî hinek navendên daneyê yên Îranê hat kirin û bo çavkanîya êrîşê bê tespîtkirin xebat tê kirin.

Wezîrê Teknolojîyên Zanistê û Komînîkasyonê yê Îranê Muhammed Cevad Cehromî ji ser twîtterê destnîşan kir doh êvarî Ji derveyî welêt êrîşî hinek navendên daneyê yên Îranê hat kirin.

Cehromî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji êrîşa ku hatiye kirin nêzî 3 hezar û 500 pergal tesîrdar bûne, lê ekîbên sîberê êrîşan kontrol kirine û toran ji nû ve anîne ser sehra wan a berê.(ÎLKHA)