Derbarê mijarê de ji teref rayedarên polês ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin qeza li bakurê bajêra Tîsdaleya parêzgeha Saskatchewanê pêk hat.

Li gor daxuyanîyê di otobusê de tev de 28 kes hebûn û ji van 28 kesan 14 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û rewşa 3 kesan giran e.(ÎLKHA)