Li Zanîngeha Bîdlîs Erenê derbarê nexweşîya qanserê de konferansek hat tertîpkirin. Prof. Nusret Erdoganê ku di konferansê de axivî  derbarê nexweşîya qenserê de nirxandinan kir û agahîyan da.

 "Li welatê me di salekê de bi 175 hezar kesan re qanser hat teşxîskirin"

Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir qanser ne nexweşîyeke têger e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Li welatê me di salekê de bi 175 hezar kesan re qanser hat teşxîskirin. Li tevahîya cîhanê her sal 14 milyon kes bi êşa qanserê dikevin û ji van 14 milyonan tev de 8 milyon kes jiyana xwe ji dest dan."(ÎLKHA)