Mîrza Yorgunê ku wek nobedarê şevê li derekê dixebitî doh dema ku diçû mala xwe wesayîtê lê da û  wefat kir. Mîrza Yorgunê bavê Comert Yorgunîyê Yûsifî bû piştî nimêja cinazê ya ku li Mizgefta Zanîngeha Yuzuncîyilê hat edakirin kirin re ji teref hezkirî û naskirîyên we ve hat definkirin.

Mela Evdirrehîm Tîmurtaşê ji rîspîyên herêmê beşdarî merasîmê cinazê bû û di merasîmê de axavtinekê kir. Tîmurtaş di axavtina xwe de diyar kir dinya îmtîhanek e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Çawa ku em bo îmtîhanên dinyevî dixebitin da ku em notên baş bistînin bi heman awayî em ê bo heyata axretê jî bixebitin û notên xwe zêde bikin. Birayê Mîrza yê ku îro rehmet kir li dinyayê bo notên baş gelekî xebitî û înşallah çû beramberê wan ango mukafatên wan bistîne. Ew bi wî lawê xwe yê bi salan di girtîgehê de tê girtin hat îmtîhankirin û bedelên giran da û ji vê dinyayê koç kir. Wî dixwast ku berî ji vê dinyayê koç bike lawê xwe hemêz bike, lê zilm lê kirin û bûn asteng. Belê tiştên ku dixwast li vê dinyayê jê re nebû nesîb. Encax me îman anîye ku Xweda wan tiştên ku bes bo Wî hatine  kirin bêberamber nahêle û ew ê teqez li exretê bide. Bila ev yek bo me bibeibret. Em hemû hatin dinyayê û dijîn û dema ku wextê wê hat em ê biçin. Rebbê me, berê me ji wê rêya rasta a ku Ew rast dizane veneqetîne."

Hat ragihandin ji ber ku hêj bersivek bo serîlêdana ku hatiye kirin nehatiye dayîn Comert Yorgun beşdarî tazîyeya bavê xwe nebûye.(ÎLKHA)