Di xwepêşanên ku îro li Filistînê hatin lidarxistin de siyonîstên êrîşkar û çeteya terorê êrîş birin li ser Filistînîyan.

Li gor agahîyên ku ji Navenda Enformasyonê ya Filistînê hatine wergirtin di êrîşên ku ji teref siyonîstên êrîşkar û çeteya terorê ve hatin lidarxistin de 2 Filistînî şehîd bûn û 150 kes jî birîndar bûn.

Siyonîst di sala 1976an de li herêma Celîleya Filistînê dest danîn li ser 21 hezar donim axên Filistînîyan û van axan ji cihûyên îşxalker re tahsîs kirin. Siyonîstan bi vê yekê kirin armanc ku hebûna Filistînîyan ji ser wan axên pîroz  rabikin. Ji ber vê yekê Filistînî wê roja 30ê Adarê bo protesto bikin wek Roja Axê îlankirin  û di 30ê Adara sala 1976an de greva giştî îlan kirin. Çeteyê terorê wê rojê bo pêşîya greva giştî bigre derketina Filistînîyan a derve qedexe kir.  Lê digel vê qedexê Filistînî xwe bedan kolanan  û 6 ji wan hatin qetilkirin û bi hezaran ji wan jî birîndar bûn." Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Piştî van bûyeran 30ê Adarê wek Roja Axê hat îlankirin. Piştî 42 salan di salvegera 'Roja Axê' de xwepêşanên "Meşa Mezin a Vegerê' hat lidarxistin.

Di encama vê meşa ku tê lidarxistin de heta niha 18 Filistînî şehîd bûn û 750ên wan bi berikên rast tev de zêdetirî 1500 kesan jî birîndar bûn.(ÎLKHA)