Di navbera Enqere û Atînayê de her ku roj diçe rageşî zêde dibe. Wezîrê Parastinê yê Yewmenîstanê Panos Kammenos, li Girava Îkarya ya li Bakûrê Egeyê beşdarê tetbîqateke leşkerî bû û Tirkîye wek "neyar" da nîşandan.  

Wezîrê Parastinê yê Yewmenîstanê destnîşan kir ku: "Heger cesareta wan hebe bila bihostek axa Yûnan îxlal bikin". Kammenos, di berdewama axafrina xwe de îfade kir ku wî 3 hezar leşkerê din jî şandîye Giravên Yûnan yên li Egeyê û wiha got: "Emê di rojên pêşîya me de 3 hezar û 500 leşkerên din jî bişînin ser sînorê di navbera me û Tirkîye yê Çemê Merîçê."

Serokê Partîya miletperest yê ortaxê kualîsyonê yê herî biçûk Kammenos, ji ber ku rageşîya di navbera dewleta xwe û Tirkîyê zêde dike bertekan dibîne.

Serokê partîya rast yê Demokrasîya Nû (ND)betek nîşan da û îfade kir ku dînîtîya Kammenos derbas kirîye hewce nake meriv şîrove bike. Kammenos, ne layiqî meqamê Wezareta Barastinê ye. Ji gelek partîyan bertekên wisa hatibû kirin. (ÎLKHA)